Deste ya serbixwe ya maf ê mirov daxuyanîyekê belav dike

Deste ya serbixwe ya maf ê mirov daxwaz ji Komar a Îslamî ya Îranê dike, rêz li serwerî ya ax a Herêm a Kurdistanê û rêkkevtinname yên nêvdewletî yên sinûr bigere û dostînî ya xelk ê Herêm a Kurdistanê li berçavan bike.

K24- Hewlêr

Deste ya serbixwe ya maf ê mirov daxwaz ji Komar a Îslamî ya Îranê dike, rêz li serwerî ya ax a Herêm a Kurdistanê û rêkkevtinname yên nêvdewletî yên sinûr bigere û dostînî ya xelk ê Herêm a Kurdistanê li berçavan bike.

 Deste ya serbixwe ya maf ê mirov di daxuyanîyekê de ragehand: Cihê daxê ye carek a dî dever ên sinûr ê Herêm a Kurdistanê li dever a Sîdekan û derdorê wê ji alî yê dewlet a Komar a Îslamî ya Îranê hatin topbarankirin û bi eger a wê jî bi dehan xêzan derbider bûn û gelk donim ên baxan hatin şewitandin jîngeh a surûştî ya deverê jî hat têkdan.

Deste ya serbixwe ya  Maf ê Mirov bi derbirrîn a nîgeranî ya xwe li sr dûbarebûn a topbarankirin a wan dever ên sinûrî yên Herêm a Kurdistanê ji alî yê Komar a Îslamî ya Îranê ve ragehand: Bi nerîn a me ç I deman şerr û çek nebûye cihê aram û tanhaîyê û yekalîkirin  a arîşe û nakokîyan, ji bilî malwêranîyê û kûrbûn a arîşeyan. Nabe Herêm a Kurdistanê û xelk ê wê bibin qurabnî yên nakokî arîşe yên hindûrî yên Îranê û hizb û alî yên wî welatî, pêdivîye hemû rêz li ax a Herêm a Kurdistanê bigirin. Di dirêje ya daxuanîyê de, deste ya serbixwe ya maf ê mirov hatîye, çend care bi eger a wê topbaranê ve xelk ê wê deverê hevrûşî metirsî û derbiderî û malşewitînê dibin û hinek caran jî şehîd û qurbanî jî dane, ev ji bilî şewitnadin a dever ên suriştî û dar û daristan ên wan deveran ku pişkek in ji jîngeh a Herêm a Kurdistanê.

Deste ya serbixwe ya maf ê mirov di dawî ya daxuyanîyê de daxwaz ji Komar a Îslamî ya Îranê dike rêz li serwerî ya ax a Kurdistanê û rêkkevtin ên nêvdewletî yên sinûr bihê girtin û dawî bi topbarankirin a wan deveran bihîne ku cihê akincî jîyan a hevwelatîyane. Çunku li gor rêkkevtin û ysa yên ceng nabe hevewelatî yên sivîl bibin kax a şerr û gef ên serbazî û topbaranê û jînegeh ji nav bihê birin. Pêdivç ye rêz li dostînî ya xelk ê Herêm a Kurdistanê bihê girtin û rewş a niha ya Herêm a Kurdistanê li ber çavan bihê girtin , ku li şerr ê dijî tîrorist ên Daişê di ceng de ye û erk ê hemû alîyane di yek çeper de hevrûşî metrisî yên Tîror vebin.