Li Minbicê DAIŞ 2 hezar kes girtin

K24-Navenda Nûçeyan

Li bajarokê Minbicê çekdarên DAIŞê welatiyên sivîl digrin û ligel xwe direvînin, heta niha 2 hezar sivîl desteserkirine.

Derbarê wan sivîlan de Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan daxuyaniyek belav kir tê de tekez kir ku çekdarên DAIŞê li bajarokê Minbicê 2 hezar welatiyên sivîl ên wî bajarî destesekrine. Jialiyê xwe Encûmena Leşkerî ya bajarokê Minbicê hawlên xwe dike daku wan sivîlan ji destê DAIŞê rizgarbike.

Di 1ê Hezîrana borî de operasyona rizgarkirina bajarokê Minbicê ji aliyê encûmena Leşkerî û HSD ve dest pê kirye, tê pêşbînîkirin ku di seatên bê de ew operasyon bi dawî were.