Bazirgan çawa civîna Erdogan û Putîn dinerxîn in

Piştî daxistina firokeya Rûs bazirganiya salane di navbera Tirkiye û Rûsyayê de ji 35 milyar dolarê heta 27 milyar dolarê daket.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Têkiliyên aboriyê yên Tirkiye û Rûsya ji ber krîza daxistina Rûsî ketibû tengasiyê. Lê piştî hevdîtina Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn biryar hat dayîn ku rêjeya hinradeyê ji 35 milyar dolarê dê heta 100 milyar dolarê dê bê zêdekirin. Ev biryar karsaz û hinardekaran jî kêfgxweş kir.

Piştî daxistina firokeya Rûs bazirganiya salane di navbera Tirkiye û Rûsyayê de ji 35 milyar dolarê heta 27 milyar dolarê daket. Bêgûman ziyanê herî mezin dikandarên Laleliya Stenbolê dît. Li Laleliya Stenbolê 7 hezar dikandar hene û giştiyê wan digel hemwelatiyên Rûsî kar dikin.

Serokê komeleya pîşesaz û karsazên Lalelîyê Giyasettin Eyubkoca amaje kir ku ligel hevdîtina Erdogan û Pûtîn rêjeya bazirganiya her du welatan jî dê zêdetir bibe.

Serokê Komeleya Pîşesaz û Karsazên Lalelîyê Giyasettin Eyyubkoca wiha got:"Ez bawer im rewşa me dê mîna beriya 24'ê Mijdarê bibe. Em û Rûs mihtacê hev in.

Têkiliyên me dê hîn baştir bibe. Rêjeyên bazirganiyê jî dê zêdetir bibe. Niha amanca giştî 100 milyar dolar e."

Rêjeya hinardayê ya li Laleliyê, beriya daxistina firokeya Rûsî ya 24'ê Mijdarê sala 2015'ê 6 milyar dolar bû, lê belê piştî firoke hat daxistin rêjeya hinardeyê heta 2,5 milyar dolarê daket. Dikandarên li Laleliyê jî amaje dikin ku piştî cîvîna Erdogan û Pûtîn rewşa wan aboriyê dê baştir bibe.

"Ji vir şûn de dema werzê nû det pê bike rewşa aboriyê dê çaktir bibe. Weke din bihayê balafirê jî bê daxistin da ku geştyar jî werin vir."

" Eger aboriya Rûsya pêş bikeve karê me jî dê pêş bikeve. Ya girîng ew e dema em berhem dişînin Rûsyayê divê hemwelatiyên Rûsî bikaribin bikirin."

" Piştî hevdîtinê dê rewşa me înşallah baş bibe. Dikanên hatine girtin jî dê bên vekirin."

Rûsya û Tirkiye ku salane di nav xwe de 35 milyar dolar bazirganiyê dikin, piştî civîna Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn hat ragihandin ku rêjeya bazirganiya salane dê heta 100 milyar dolarê zêde bikin.