Li Minbicê K24 rizgarkirina sivîlan û kêfxweşiya wan dişopîn e

Sivîl di taxa Serb de dorpêçkirîbûn.

K24-Minbic

Şervanên Encumena Leşkerî ya bajarokê Minbicê karîn bi hezaran xelkên sivîl yên ku di taxa Serb de dorpêkirîbûn bi rêya kerîdireke mirovahî re rizgarbikin.

Derbarê rizgarkirina wan sivîlan peyamnêrê K24ê li nava bajarokê Minbicê ragehand ku, berî niha DAIŞê 2 hezar welatî desteserkiribûn û ew dorpêçkiribûn.

Da zanîn ku Şervanên Encumena Leşkerî ya bajarokê Minbicê karîn bi hezaran xelkên sivîl yên ku di taxa Serb de dorpêkirîbûn bi rêya kerîdireke mirovahî re rizgarbikin.

Herwiha li zanyariyên K24ê heta niha hin welatiyên sivîl di destê DAIŞê ne, lê şervan hewla xwe dikin ku wan sivîlan jî rizgarbikin.

Ji aliyeke din ve ew kesên ji destê DAIŞê rizgarbûn e kêfxweşiya xwe tînin ziman, jin cilûbergên reş dişwetînin, herwiha zilam rîyên xwe yên ku ji tirsa DAIŞê dirêjkiribûn kurdikin.