Yildirim:Kudetayê aboriya Tirkiyê ne hejand
K24-Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim ragehand ku, hewldana derbeyê aboriya Tirkiyê nehejandiye û daxwaza kesên li benda qeyranê bûn vala derketiye.
Binalî Yildirim, bi rêya telekonferansê ji Enqerê beşdarî civîna Odeya Pîşesaziya Stenbolê bû û got: Şeva 15ê Tîrmehê pir tarî bû û Tirkiye ji hilweşandinê xelas bû, eger derbe serketiba niha Tirkiyek cuda hebû.
Yildirim da zanîn ku, divê gavek zûtir Tirkiye ji bandora vê hewldana derbeyê derkeve û firsendên pêş xwe binêre ku heta dawî jiyana bi derbeyê re rast nîne.
Yildirim aşkere ku, îro demokrasî û aboriya Tirkiyê ser piya ye û sîstema banka û darayî bêkêşe kar dike.