Li Êlihê kuştina jinan hate şermezarkirin

diruşmeyên "kuştinên jinan bila dawî bibin"
kurdistan24.net

Li Êlihê ji bo Amîne Demîrtaş ku ji aliyê birayê xwe ve hatibû kuştin çalakî berdewam dikin. Li ber avahiya sinemaya Yilmaz Guney jinan daxuyaniya çapemeniyê belav kir.

Li Êliha bajarê bakurê Kurdistanê 2ê tebaxê jina bi navê Amîne Demirtaş ku temenê wê 17 sali bû, ji aliyê birayê xwe ve bi işkenceyê hatibû kuştin. Sedema kuştina Demîrtaş hat gotin ku ji ber ku di telefona wê de şîfre heye û ji birayê xwe re parvenekiriye. Birayê Demîrtaş, Kasım Demîrtaş jî di îfadeya xwe de gotiye ku xwişka wî beyî wan telefon bikaraniye û ji ber ku dema telofon xwestiye nedayê, peşî bi dar lêxistiye û piştre jî ew daye ceyran ê.

Li ser vê bûyerê jinên li Êlihê jî gihiştin bal hev û bi beşdariya parlementerên HDP Saadet Becerîklî, Ayşe Acar û berdevkê Kongreya Jinên Azad (KJA) daxuyaniya çapemeniyê hate ragihandin.

Berdevkê Kongreya Jinên Azad Songul Korkmaz wiha got:"Hevala me ya jin Amîne Demîrtaş ji aliyê malbata xwe ve hate qetilkirin. Piştî hate qetilkirin em pê hisiyan wekî jinên Êlihê wekî jinên KJAyê me got em li dijî vî tiştî ne em bêdeng namînin."

Li aliye din kolanên bajarê Êlihê bi wêneyên Amînê Demîrtaş hate xemilandin û jinan bi diruşmeyên "kuştinên jinan bila dawî bibin" û pankarta Azadiya Jinan Azadiya Civakê Ye" çalakiya rûniştinê pekanîn.

Parlementera HDPê jî Saadet Becerîklî derbarê bûyerê wiha axifî:"Keçikeke 17 salî ji aliyê birayê xwe ve hate qetilkirin. Bes ev tabî ne ya peşî ye û ne ya dawî ye. Wisa xuya dike ku ev pirsgrekeke civakî ye, ne ya malbatekê tenê ye, an jî mêre keçikeke tenê ye. Ji bo wilo em dixwazin kî dewlet, hikûmet pewîst e gavên mezin biavêjin ji vî aliyî de."

Herwiha parlementer û jinên kom bûn amaje bi wê yekê kirin ku divê li dibistanan dersên cudageriya cinsî jî bên dîtin û daxwaza wan ew e ku hikûmet li ber van bûyeran bergiriyan bistîne û daxwaz dikin ku tenê bi çavên mirovan li jinan bê nihêrîn.