Îran: Hêzên me li Iraq û Sûriyê dimînin
K24-Navenda Nûçeyan
Şêwermendê taybet ê Serokê Parlamentoya Îranê bo Karûbarên Navdewletî ragehand ku ew hêzên xwe ji Iraqê Sûriyê venakçînin.
Derbarê vê mijarê Şêwermendê taybet ê Serokê Parlamentoya Îranê bo Karûbarên Navdewletî Hisên Emîr Ebdulahiyan bo medyaya Îranê ragehand ku ew nearamiya deverê Amerîka û Israîlê li pşta wê yekê ne, heta navçe aram nebe hêzên wan Iraq û Sûriyê bicî nahêlin.
Ebdulahiyan ku berî niha Cîgirê Wezîrê Derve yê Karûbarên welatê Ereban bû amaje bi wê yekê kir ku hin welat hene piştgiriya terorê dikin û nikarin rê li Îranî bigrin ku şerê terorê bike.
Tê zanîn ku Îran bixwe her dem dibêje ku nabe ti welatên biyanî destewerdanê di karûbarên navxweyî yê Iraq û Sûriyê de bikin.