Brîtanya: Cihê Esed di qonaxa veguhêz de tune ye

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê dibêje Esed biser nakeve û cihê wî di qonaxa veguhêz de tune ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê dibêje Esed biser nakeve û cihê wî di qonaxa veguhêz de tune ye.

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Borîs  Jonson di daxuyanyekî de hişyarî da civaka navdewletî, heger derbarê çareserkirna krîza Sûriyê de bilez tev negere, dê karesateke mirovî çê bibe. Jonson daxwaz jî kir ku, bigihin rêkeftnekê da ku her tim alîkaryên mirovî derbasî deverên dorpêçkirî li Sûriyê bibin.

Herwiha Jonson nîgeraniya xwe derbarê bikaranîna “Gaza Klorîn” ya jehrî li Sûriyê, derbirî.

Jonson di daxuyanya xwe de dibêje ku, wî di pêwendiyeke telefonî de daxwaz ji Wezîrê Derve yê Rûsyê Sêrgey Lavrov kiriye ku, êrîşên xwe û yên rêjîma Sûriyê li dijî sivîlan û navendên tenduristiyê rawestînin.