Asayişa Qamişlo Serokê ENKSê Îbrahîm Biro binçav dike

Asayişa Qamişlo Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS) Îbrahîm Biro binçav kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Asayişa Qamişlo Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS) Îbrahîm Biro binçav kir.

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo ragihand, Asayişa Qamişlo Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS) Îbrahîm Biro û serkirdeyê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê Silêman Oso li nava bajarê Qamişlo binçav kirin.

Herwiha îro demjimêr 17:00 hejmarek ji Saziya Ciwanên Şoreşger êrîşî ofîsa Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê ya taxa Şerqî ya Qamişlo kiribûn û ala Kurdî ji ser ofîsa wê partiyê daxistibûn.

Ev yek di demekê de ye, ku duh Saziya Malbatên Şehîdan civîneke çapemeniyê lidar xistibû û ragihand ku, ENKSê bi dijatiya şoreşa Rojava û pirojeya Rêveberiya Xweser tawanbar kir. Herwiha diyar kir jî, ku ENKSê dê bê dadgehkirin û nema destûrê didin wan ku derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin.