Biro: PYDê gefa kuştinê li min xwar

PYDê jêre got nabe careke din vegere Rojava.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Serokê Encûmena Kurdî li Sûriyê Ibrahîm Biro piştî derxistina wî ji Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Asayîşa li bajarê Qamişlo ragehand ku Asayîşê gefa kuştinê lê xwaribûn û ew agehdar kir bûn ku nabe careke din vegere Rojavayê Kurdistanê.

Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) Ibrahîm Biro piştî ku duh ji aliyê Asayîşa Qamişlo ve hate girtin îro danê sibehê ew derxitbûn derevyî sînorê rojava.

Ji aliyê xwe Endamên Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) Cedan Elî di daxuyaniyekê de ji K24ê re ragehand ku, îro danê sibehê Serokê Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS)Ibrahîm Biro ji aliyê Asayîşa Rojava ve hate derkirin û niha li aliyê başûrê Kurdistanê ye.

Serokê ENKSê Ibrahîm Biro taybet ji K24ê re behsa girtina xwe ji aliyê PYDê kirbû, da zanîn ku Asayîşê gef lê xwarine ku eger careke din vegere Rojava ew dê were kuştin.