Pîlotbîroya PDK û YNKê dicivin

K24 – Navenda Nûçeyan
Biryar e sibe her du Pîlotbîroyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bicivin û krîza darayî, çalakirina parlementoyê û pirsa Kerkûkê gotûbêj bikin.
Çavkaniyeke payebilind ji PDKê ji K24ê re ragihand, her du Pîlotbîroyên PDK û YNKê dicivin û krîza darayî, çalakirina parlementoyê û pirsa Kerkûkê gotûbêj dikin.
Wê çavkaniyê ragihand jî, di civînê de guftûgo li ser operesyona rizgarkirina Mûsilê, plana hevbeş ya her du aliyan bo Kerkûk û Xurmatûyê, ewlehiya sînor û pêwendiyên di navbera her du aliyan de dikin.
Çavkaniyê aşkere kir, şanda PDKê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî û endametiya Fazil Mîran, Roj Nûrî Şawês, Azad Berwarî û Mehmûd Mihemed dibe.
Şanda YNKê jî ji Mela Bextiyar, Erselan Bayiz, Hakim Qadir û Omer Fetah pêk tê.