Topbarana Îranê ziyan gihande 150 malbatên Başûr
K24 – Navenda Nûçeyan
Piştî ku heteya borî topxaneya Îranê deverên Berbezîn û Xinêre û hejmarek gundên devera Sîdekan ya Başûrê Kurdistanê topbaran kir, ji bilî ku ziyan gihande zeviyên welatiyan û jîngehê, ji ber wê sedemê 150 malbatên wan nevçeyan koçber bûn. Beşek ji wan malbatan malên xwe berdan û çûn cihekî aram, lê rojane heger topbaran nebe, çend demjimêran diçin nav zeviyên xwe yên jê bar kirine.