Di rojeve Tirkiyê de rizgarkirina bajarê Minbicê

Rayedarên Tirk her tim ji Amerîka û wan dewletên di şerê Sûriyê de beşdar, daxwaz dikin ku YPG wek rêxistineke terorîst bi nav bike.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê nîqaşên li ser hebûna Kurdan ya li rojavayê Firatê û rizgarkirina Mimbîcê ya bi destê Hêzên Demokratîk yên Sûriyê û YPGê berdewam dike. Serokwezîr Binali Yildirim diyar kir ku ew ê nehêlin dewleteke Kurdan li sînorên wan çêbibe. Hevseroka HDPê Fîgen Yuksekdag jî nerazîbûn nîşanî gotinên Yildirim da.

Serokwezîrê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKP Binali Yildirim di komcivîna partiya xwe de ji ber helwesta wan ya li Sûriyê rexneyên giran li dewletên Ewropî û Emerîkayê girt û diyar kir xetê Tirkiyê yên sor hene ku divê her kes rêzê ji wan re bigire.

"2 Şertên me yên giring hene. Yek jê parastina bituniya axa Tirkiyê û ya din jî bituniya axa Sûriyê ye. Dixwazin dewleteke Kurd li vê derê ava bikin û bi vî awayî di navbera Tirkiyê û Rojhilata Navîn de xeteke Kurdan ava bikin. Tirkiye û Îran 2 dewlet in ku vê erdnîgariyê nas dikin û ew dê kêşeyan çareser bikin."

Hevseroka Giştî ya HDPê Figen Yuksekdag rexneyên giran li hikûmetê girt û diyar kir ku divê êdî behsa wan xetên sor neyên kirin. Yuksekdag hikûmeta Tirkiyê bi wê yekê sûcdar kir ku têkoşîna li hember DAIŞê nabîne û bal kişand li ser pêdiviya berdewamkirina wan hêzan di têkoşîna li hember DAIŞê de.

"Hêzên Demokratîk yên Sûriyê ew dê di têkoşîna xwe de berdewam be. Ev têkoşîn wê ji bo bajarên din were berfirehkirin. Ji lewra ne rast e ku daxwaza vekişandina wan hêzan were kirin ku li hember DAIŞê têdikoşin. Ez vê yekê durist nabînîm."

Rayedarên Tirk her tim ji Amerîka û wan dewletên di şerê Sûriyê de beşdar, daxwaz dikin ku YPG wek rêxistineke terorîst bi nav bike û çek û amûrên şer nede wan û dibêjin bila YPG ji Rojavayê Çemê Firatê derbas nebe. Lê belê Hêzên Hevpeyman vê daxwaza Tirkiyê qebûl nake û di her fersendê de diyar dikin ku YPG ne rêxistineke terorîst e û ew ê di têkoşîna li DAÎŞê de hevkariya xwe pê re berdewam bikin.