Li Tirkiyê Rojnameya Ozgur Gundem hat girtin
K24-Enqerê
Rojnameya bi navê Ozgur Gundem ya ku li Tirkiyê wek rojnameyeka nêzîkî PKK ê tê nas kirin bi tawanbariya propagandaya PKK bi demkî hat girtin.
Rojnameya Ozgur Gundem ya ku navenda wê li Stenbolê ji ber tawanbariya propagandaya PKKê bi demkî hat girtin.Biryara girtinê ji aliyê 8 min dadgeha lihevanînê ve hat dayîn. Berpirsên vê rojnameya ku rojane nêzîkî 10 hezara tê firotin li dijî biryara bertekên xwe nîşan dan.
Derbarê vê yekê Berpirsê nivîsên rojnameya Ozgur Gundemê Înan Kizilkaya wiha got:'' Li ser navê paqijkirina derbeciyan hewl didin medyayên ne nêzîkî hikûmetê jî bigirin. Lê em karekê fermî dikin em tenê rojnamegeriyê dikin. Ew nikarin me bêdeng bikin. emê li ser karê xwe berdewam bin.''
'' li Tirkiyeyê ji ber ya hewldana derbeyê jî zordariyên zêde li ser me hebûn. Li gor me nîha jî tiştek nehatiye guhertin .lê bi çi awayî be emê rastiya bêjin''
Piştî biryara dadgehê polîsan li ser avahiya Ozgur Gundemê de girtin û weşana da sekinandin. ÛHer wiha polîsan gelek rojnamevan jî desteser kirin.
Li Tirkiyeyê piştî hewldana derbeya leşkerî 3 heyv rewşa awarte hatîbû ragihandin û li gor vê biryarê 16 televîzyon,3 ajans,23 radyo ,45 rojname û bi giştî 139 medyayên nêzîkî cemaeta Fetullah gulen hatin girtin.
Her wiha hinek rêxistinên sivîl yên ku nêzîkî HDP û aliyên çepgir li stenbolê bi rêya daxuyaniyekê kiryarên piştî ragihandina rewşa awarte hatîn kirin rexne kirin û daxwazên xwe anîn ziman.
''Mixabin ve demekê dirêjê li Tirkiyeyê rewşeke aloz heye. Ji ber vê rewşê jî hewla derbeyê çêbû. Li ser van hemî nexweşiyan jî em bangî herkesê dikîn ew ji bo demokrasî û mafê mirovan kar bikin.
Li ser bertekên hinek aliyên muxalîf Hikûmeta Tirkiyeyê diyar dike ku ew dê li dijî cemaeta Fetullah Gulen û PKK tekoşîna xwe berdiwam bike.