Welatiyên Şirnex û Colemêrg li dijî yasaya dewletê derketin

Karsaz, siyasetmedar, hunermend û komeleyên ku ji bo piştevaniyê hatin cihê çalakiyê diyar kirin ku bila xalên 71,72 û 73yan ji nava Yaseya Beste bê derxistin
kurdistan24.net

K24-Enqerê

Li gorî yaseya ku niha li parlamentoyê tê nirxandin wê bajarên wek Colemêrg û Şirnex ji parêzgehîbûnê bêne derxistin. Li dij vê yaseyê welatiyên Colemêrgî û Şirnexî hatin Enqerê û çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de hunermendê Kurd Yilmaz Erdogan jî piştevanî da çalakdêran.

Piştî wê pêşnûmeya AK Partiyê ya derbarê derxistina ji parêzgehîbê ya Colemêrg û Şirnexê ku niha li Parlamentoya Tirkiyê di çarçoveya Yaseyên Beste de tê nirxandin, welatiyan dest bi çalakiyan kiribû. Ew çalakiyên li Colemêrg û Şernexê êdî li navenda paytexta Tirkiyê Qizilaya Enqerê li dar dikevin. Welatiyên ku ji her du bajaran dane rê gihîştin Enqerê. Di ketina Enqerê de ji aliyê leşker û polîsan ve hatin rawestandin. Lê inyada welatiyan ew astengiya ku li pêş wan hate derixistin şikenand û her çiqas destûr nehate dayîn ku biçin çalakiya xwe li ber parlamentoyê bikin jî li Parka Guvenê bi

daxuyaniyên çapemeniyê xwestin ku dengê xwe bigînin Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, hikûmet û partiyên opozîsyon.

Li ser navê her dû bajaran hunermendê Kurd Yilmaz Erdogan li parlamentoyê ligel Serokwezîr Bînalî Yildirimû cîgirên serokên komên partiyan re hevdîtinek pêk anî û ji bo piştevaniyê hate qada çalakiyê û encama hevdîna xwe ya bi rayedarên dewletê re bi welatiyên Colemêrgî û Şirnexî re par vekir.

Hunermendê Kurd Yılmaz Erdogan wiha got:

"Aboriya bajarekî ji maeşekî zêdetir pêdiviya hinek tiştên din ferztir dike. Ev yase divê ji gelê li herêmê dijî bê pirsîn û rê li ber şikestineke hestiyarî veneke. Hemû mirovên maqûl ên wan bajaran li vê derê ne, mirov bi hîç ne axivîna vê yekê aciz dibe. Ji ber ku ev yek ji me ne pirsîne, em pê diêşin. Bi şêwazeke demokratîk me hemû derdên şandeyên Colemêrg û Şirnexiyan ji Serokwezîr û partiyên siyasî re rave kir. Min bixwe rast e ras ji Serokwezîr re got; bila Gever û Cizîr jî bibin bajar lê Colemêrg Û Şirnex jî bila bajêr bimînin."

Piştî hunermendê Kurd şandeya Colemêrg û Şirnexê daxuyaniyeke hevpar ragihandin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ew biryarên derbarê Colemêrg û Şirnexê de beyî ku ji gelê herêmê bê pirsîn hatine ragirtin. Divê vîna gel tune neyê dîtin. Herwiha bang li Erdogan jî hate kirin ku çareyekê ji wan re peyda bike.

"Di 15ê Tîrmehê de gelê me canê xwe li ber tanqan feda kirin, bi vê biryarê gelê Colemêrg û Şirnexê divê neyê mexdurkirin. Hikûmet ji aramiya civakê re yaseyan derdixin, lê ev yase metirsiyên gelê herêmê her zêde dike. Me ew gotina Erdogan ya ku dibêje "heta hûn gel nebînin nikarin tiştekî bikin" ji xwe re kiriye şiyar. Em jî heta encamekê bi dest nexin em ê çalakiyên xwe berdewam bikin."

Colemêrgî û Şirnexiyên ku bi otoboz û dolmîşan hatin Enqerê bîr û boçûnên xwe ji Kurdistan 24ê re rave kirin.

"Em ji colemêrgê hatin Enqerê em hevîdarin ku Colemêrg parezgeh bimîn e."

"Colemêrg parêzgehe niha serokwezîr dibeje dibe ezê bikim navçe. Yanî em qebûl nakin. Bila parezgehbûna me berdewam bike."

"Ger Colemêrg bibe navçe tu debara me nîn e. Ji xwe hemû çiya ye debara me çi tişt nîn e. Em hatine Enqerê ji Serokkomar û Serokwezîr rîca bikin ku Colemêrg her parêzgeh bimîne."

Karsaz, siyasetmedar, hunermend û komeleyên ku ji bo piştevaniyê hatin cihê çalakiyê diyar kirin ku bila xalên 71,72 û 73yan ji nava Yaseya Beste bê derxistin ku Colemêrg û Şinexê eleqedar dike. Piştî hevdîtinan û gurehiya mijarên siyasî yên din di parlamentoyê de nirxandina vê yaseyê ji bo çend rojan hate betalkirin. Lê welatiyên Colemêrgî û Şirnexî heta encamekê bi dest nexin wê li Enqerê bi dahol û zirneyan çalakiyên xwe berdewam bikin.