Erdogan heftiya bê serdana Îranê dike
K24-Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê Receb Tayb Erdogan heftiya bê dê serdana Îranê dike û biryare ligel Serokomarê wî welatî û rayedarên wê civînan pêkbîne.
Derbarê serdana Erdogan bo Îranê ajansa Faris a nûçeyên Îranî ragehand ku, heftiya bê Serokomarê Tirkiyê Receb Tayb Erdogan serdana wî welatî dike, da zanîn ku serdan dê bibe destpêkirineke fermî ye ber bi hevpeymaneke Îranî, Rûsî û Tirkî derbarê Sûriyê.
Di 12ê vê mehê de Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf serdana Tirkiyê kiribû û ligel berpirs û rayedarên wî welatî de civîn pêkanîbûn di nav wan de jî serokê Tirkiyê Receb Tayb Erdogan.