Pêşmergeyên Rojava li eniya Xazir serkeftin tomar kirin

Careke din Hêzên pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê xalên serkeftinê li hemberî şerê DAIŞê tomar dikin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/972660ef-ffc7-4108-a753-d6f6d8529e7d/Peshmergeyeyen%20Rojava%20Xazir.ism/manifest

K24 – Eniya Xazir

Careke din Hêzên pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê xalên serkeftinê li hemberî şerê DAIŞê  tomar dikin.

Li Eniyên Xazir û Giwêr hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê 11 gund rizgar kirine, hêza Yekem û Duyem yê Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê jî gav bi gav encamên serkeftinê di wî şerî de bi Pêşmergeyên Kurdistanê re bidest xistine.

Pêşmergeyên Rojava dibêjin, ew her gav şehîdên xaka Kurdistanê ne û her hêviya wan jî ku li Kurdistana Sûriyê şehîd bibin.

Hêza Pêşmergeyên Rojava “Leşkerên Roj” di 8 Adara sala 2012an li Başûrê Kurdistanê hate damezrandin û heya niha nêzî 40 şehîdî di şerê li dijî DAIŞê li Başûrê Kurdistanê dane.