Yeldirim:Bila Esed di qonaxa veguhêz de bimîne

Lê rola wî di pêşeroja Sûriyê de nîn e.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim ragehand ku, dibe ku Serokomarê Sûriyê Beşar Esed di qonaxa veguhez de,  bimîne, lê cihê wî di pêşeroja Sûriyê de nîne.

Derbarê vê yekê Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim bi nûnerên medyayê biyanî yên Enqere re hat ba hev ku di nav de AP, Reuter, CNN, El Cezîre Times jî hebûn.

Yildirim da zanîn ku, ew rê nadin ku Sûriye bê parçekirin, herwiha aşkerekir ku Tirkiye di şeş mehên pêş de li Sûriye dê rolek çalak bilîze û da zanîn ku, ew dikarin di qonaxa veguhêz de Esed qebûl bikin.

Derbarê Fethula Gulen de jî Yildirim ji Amerîkayê xwest pêvajoya radestkirinê leztir bike.