Mezinê şêwirmendên Davutoglo hate girtin

Mezinê şêwirmendên serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ahmed Davutoglu hate desteserkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Mezinê şêwirmendên serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ahmed Davutoglu hate desteserkirin.

Gurcan Balik ku mezinê şêwirmendên serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ahmed Davutoglu ye bi tuhmeta beşdarêkirina di hewla kudetaya leşkerî ya Tirkiyê de, bi armanca vekolîn û lêpirsînê hate desteserkirin.

Berî girtina Gurcan Balik, di du rojên borî de balyozên Tirkiyê li her du welatan Kanada û Kosterikayê bi tuhmeta beşdarîkirina di kudetaya leşkerî ya 15 Tîrmeha borî de, hatin desteserkirin.

Serokwezîrê Tirkiyê derbarê hewldana kudetaya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê de da xuyakirin, ku heta niha nêzîkî 85 hezar kes ji kar hatine dûrxistin û 60 hezar kes hatine binçavkirin.