Serokatiya Herêma Kurdistanê êrîşa Entabê şermezar kir

 

K24-Navenda Nûçeyan

Serokatiya Herêma Kurdistanê di beyanameyekê de teqîna bajarê Dîlokê(Entab) yê Bakurê Kurdistanê ku, tê de 51 kesan canê xwe ji dest dan û bi dehan birîndar bûn bi tûndî şermezar kir.

Ev jî teqa beyanameyê ye:

Bi mixabinî şeva 20.08.2016 li taxa Şahînbey a li bajarê Entabê a Bakûrê Kurdistanê, li encama êrîşa xwekujekî terorîst ya li ser daweteke civakiya xelkê, hejmarek zêdeyê hemwelatiyan şehîd û birîndar bûn, ji bilî derbirîna hevxemî û serxweşiyên me ji bo kesukarên şehîdan, hêviya başbûnê ji bo birîndaran dixwazîn û gelek bi tundî wê kirdara nemirovane şermezar dikîn. Eve jî dûpat dikîn ku teror û hizra tundrewiyê gefeke ciddiye li ser hemû aliyek û dijî jiyan û bexteweriya hemwelatiyane. Her ji bo wê yekê jî ji bo rûbirûbûna terorê karê hevbeşê welatan û ciddiyeta hemû civaka navdewletî pêwîste.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
21.08.2016