Yildirim: Ligel PKKê hevdîtinan nekin û proseya aştiyê jî dê nebe

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim ragihand ku, ewê ti carî ligel PKKê hevdîtinekê nekin û proseyeke nû ya aştiyê jî dê nebe. Yildirim derbarê Sûriyê de jî wiha axivî: Esed ji bo pêvajoya demkî dibe ku beşdarî hevdîtinên bo çareseriyê bibe.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/dbb85266-a89c-45ad-80ae-3b3e782c5f2e/binali%20yeldirm.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim ragihand ku, ewê ti carî ligel PKKê hevdîtinekê nekin û proseyeke nû ya aştiyê jî dê nebe. Yildirim derbarê Sûriyê de jî wiha axivî: Esed ji bo pêvajoya demkî dibe ku beşdarî hevdîtinên bo çareseriyê bibe.

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim li Stenbolê, bi rêvebirên çapemeniya biyanî re civiya. Yildirim da zanîn ku Tirkiye di nav 6 mehên pêş de li Sûriyê rola xwe dê zêdetir bike, wê rê nedin ku Sûriye wek etnîste bê perçekirin.

Yildirim got: “Di pêvajoya demkî de dibe ku Esed wek muhatab bê dîtin, lê belê di dahatûya Tirkiyê de nikare cih bigire. Tirkiye rê nade ku Sûriye wek etnîsîte were perçekirin. Derbarê Sûriyê de ji bo çareseriyê divê Amerîka, Rûsya, Îran û welatên Kendavê bi hev ra bixebitin.”

Serokwezîrê Tirkiye Yildirim li ser destpêkirina proseya aştiyê ya li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ragihand ku, êdî proseyekê dê çê nebe û got: “Pêvajoyeke nû ya aştiyê dê çê nebe. Em ligel rêxistineke terorî guftûgoyê nakin. Emê heta hetayê têkoşîna xwe ya li dijî terorê berdewam bikin.”

Yildirim, derbarê mijara radestkirina Fethullah Gulenê ku wek berpirsê kutedayê tê tohmetbarkirin de daxwaz ji Amerîkayê kir ku bila ev mesele di demeke zûtirîn de bê safî kirin.