Rûsya taxa El-Sûkerî bombebarankir: 13e kes hatin kuştin

Rûsya di şerê li Sûriyê de, piştevaniya rejîma wî welatî dike û navçeyên opozîsyona Sûriyê bombebaran dike.

K24-Navenda Nûçeyan

Firokeyên Rûsyayê di operasyonekê de li ser taxa El-Sûkerî li bajarê Helebê yê li Sûriyê 13e welatiyên sivîl kuştin û bi dehan birîndar bûn.

Derbarê vê yekê çalakvanên rêxistina civaka sivîl li bajarê Helebê ragehandin ku, firokeyên Rûsyayê bi tûndî taxa El-Sûkerî li bajarê Helebê yê li Sûriyê bombebarankirin, di encam de 13e welatiyên sivîl hatin kuştin.

Li gor heman jêderê rejîma Sûriyê her yek ji taxên Xan El-Esel, Hirêtan û Kefir Hemre li derdora Helebê bi bermîlên teqîner bombebarankirin.Herwiha taxa Şêx Meqsûd ya ku piraniya akinciyên wê Kurdin rejîmê da ber topan.

Rûsya di şerê li Sûriyê de, piştevaniya rejîma wî welatî dike û navçeyên opozîsyona Sûriyê bombebaran dike.