Çekdarên Heşda Şeibî 6 welatiyan direvînin

Çekdarên Heşda Şeibî yên Şîe li navçeya Cebara ya ser bi Xaneqînê ve 6 welatiyan direvînin, heta niha çarenivîsa wan ne diyar in.

K24 – Navenda Nûçeyan

Çekdarên Heşda Şeibî yên Şîe li navçeya Cebara ya ser bi Xaneqînê ve 6 welatiyan direvînin, heta niha çarenivîsa wan ne diyar in.

Jêderekî ji Polîsa navçeya Cebara ji K24ê re ragihand, şeva borî grûpeke çekdarên Heşda Şeibî 6 welatiyên gundê Cedîd ya ser bi Cebara ve revandin.

Wî jêderî got: “Li gor zanyariyan ew grûp ji navçeya Silêman Beg hatine û bavek û 5 kurên wî ku ji pêkhateya Erebên Sune ne revandin. Heta niha çarevîsa wan jî ne diyar in.”

Her li gor wî jêderî, ku çekdarên Heşda Şeibî ji mehekê ve dest bi revandina welatiyên Ereb yên Sune yên wê navçeyê kirine û berve navçeya Silêman Begê dibin.