Li Geverê qedexe hat ragihandin

Li Geverê ya Bakurê Kurdistanê bo 3 rojan qedexeya çûnûhatinê hat ragihandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Geverê ya Bakurê Kurdistanê bo 3 rojan qedexeya çûnûhatinê hat ragihandin.

Qaimeqamiya Geverê qedexeya çûnûhatinê li Geverê bo 3 rojan ragihand, ku ji îro demjimêr 6:00 dest pê kiriye.

Hat ragihand ku, biryara qedexeyê piştî wê yekê hatiye, ku şeva bor bi rokêtekê êrîş li ser zirîpoşeke polîsan hatiye kirin, di encamê de polîseke birîndar bûbû.

Berê, roja 13 Adarê qedexeya çûnûhatinê li Geverê hatibû ragihandin û heta 30 Gulanê borî ber xwe dabû.