Asayîşa Rojava Serokê Xwecihiya ENKSê li Girkê Legê berda

Piştî beşdarbûna wî di xwepêşandana ENKSê de li dijî kiryarên PYDê hatibû girtin.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokê Xwecihiya ENKSê li Girkê Legê Salih Simo ku berî niha ji aliyê Asayişa Rojava ve hatibû girtin serbest hate berdan.

Li gor peyamnêrê me li Qamişlo duh, Serokê Xwecihiya ENKSê li Girkê Legê Salih Simo ku berî niha ji aliyê Asayişa Rojava hatibû girtin serbest hate berdan.

Salih Simo piştî beşdarbûna wî di xwepêşandana ENKSê ya li dijî kiryarên asayişê derbarê girtina endam û serkirdeyên ENKSê hatibû girtin.

Heta niha jî gelek endamên partiyên siyasî û serkirdeyên ENKSê ji aliyê Asayîşa Rojava ve di zindanên Asayîşê de girtîne.