Erdogan: Armanca operesyona li Cerablusê aşkere dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan aşkere kir ku, operesyona wan li Sûriyê li dijî her kesî ku li ser Tirkiyê gef û metirsî be ye.
Erdogan li Enqerê di gotarekê de ragihand, operesyona wan li Sûriyê li dijî her kesî ku li ser Tirkiyê gef û metirsî be ye. Herwiha kî li ser Tirkiyê metirsî be, ew rûbirûyî wan dibin û ti kes nikare li hember Tirkiyê biser keve.
Erdogan got: “Îro opersyona leşkerî ya artêşa Tirkiyê li ser Cerablusê dest pê kir, operesyon jî bo nehêştina gef û metirsiyên li ser Tirkiyê ye.”
Peyamêrê K24ê li Kobanê ragihand, Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê îro ji demjimêr 4:00 sibê de derbasî rojavayê bajarokê Cerablusê bûn, niha jî şer li gundê Hicêlê yê li başûrê rojavayê Cerablusê rûdide.