Tankên artêşa Tirkiyê derbasî nava xaka Sûriyê dibin

Peyamêrê K24ê li Kobanê ragihand, Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê îro ji demjimêr 4:00 sibê de derbasî rojavayê bajarokê Cerablusê bûn, niha jî şer li gundê Hicêlê yê li başûrê rojavayê Cerablusê derketiye.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyamêrê K24ê li Kobanê ragihand, Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê îro ji demjimêr 4:00 sibê de derbasî rojavayê bajarokê Cerablusê bûn, niha jî şer li gundê Hicêlê yê li başûrê rojavayê Cerablusê derketiye.

Peyamnêrê K24ê got jî, ku ew li nêzîkî Cerablusê ye û bi çavên xwe dît ku, tankên û zirîpoşên Tirkiyê derbasî aliyê din yê çemê Feratê bûn, Cerablus jî niha bi çekên giran tê topbarankirin.

Peyamnêrê K24ê amaje kir jî, ku firokeyên Tirkiyê li esmanê Cerablusê difirin û bi sedan car Cerablus bombebaran kirin, ku artêşa Tirkiyê hewl dide di aliyê rojava re derbasî Cerablusê bibe.

Peyamnêrê me diyar kir ku, bi operesyona artêşa Tirkiyê re grûpên opozîsyona Sûriyê wek Ehrar El-Şam û Nûredîn Zenkî û Fetih El-Şam jî beşdar in.