YPGê bersiva Wezîrê Derve yê Tirkiyê da

Berdevkê YPGê bersiva Wezîrê Derve yê Tirkiyê da û got: “Tenê li ser daxwaza Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ya ku Amerîka piştevaniya wê dike, YPGê ji rojavayê çemê Feratê vedikişe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê YPGê bersiva Wezîrê Derve yê Tirkiyê da û got: “Tenê li ser daxwaza Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ya ku Amerîka  piştevaniya wê dike, YPGê ji rojavayê çemê Feratê vedikişe.

Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Rêdûr Xelîl ji “Rueters” re ragihand ku, destêwerdana Tirkiyê ji xaka Sûriyê êrîşeke li ser karûbarên hundirê Sûriyê ye û li gor rêkeftinekê di navbera Tirkiye, Îran û rêjîma Sûriyê hatiye.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çawîşoglu ragihand ku, heger YPGê ji rojavayê çemê Feratê venekişe, dê YPG bibe armanca wan. Xelîl di vê derbarê de got: “Tenê li ser daxwaza HSDê ya ku Amerîka piştevaniya wê dike, YPGê ji rojavayê çemê Feratê vedikişe.

Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê îro ji demjimêr 4:00 sibê de bi tank û çekên giran derbasî rojavayê bajarokê Cerablusê bûn, herwiha firokeyên şer yên Tirkiyê jî Cerablusê bombebaran dikin.