Li 6 gundên Elihê jî qedexe hate ragihandin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Bakurê Kurdistanê li 13 gundan derketina derva hate qedexekirin.
Parzêgeriya Êlihê bi daxuyaniyeke niviskî ragihand, di çarçoveya operasyonên li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de li navçeya Sasonê 6 gundan derketina derva heta fermanekî nû hatiye qedexekirin.
Ji aliyekî din ve Parêzgeriya Colemêrgê jî li 4 gundên navenda bajêr û 3 gundên navçeya Çêlê derketina derva heta fermanekî nû qedexe kir.