Kerry: Dibe ku di erîşên me de sivîl hatibin kuştin
K24 – Navenda Nûçeyan
Werzareta Bergîriyê ya Amerîka dibêje, dibe di lêdanên wan yên esmanî li ser bargehên DAIŞê sivîl jî hatibin kuştin.
Werzareta Bergîriyê ya Amerîka (Pentagon) di daxuyaniyekê de ragihand, di êrîşa esmanî ya roja sêşemê 23 Tebaxê ji aliyê Hevpeymana Navdewletî de li ser kargeha çekan ya DAIŞê li Parêzgeha Reqayê, gûman tê kirin ku ew kesên tê de hatibûn kuştin sivîl bin.
Ji aliyê xwe ve, Rêveberiya hêzên Amerîka li Rojhelata Navîn, ji bilî vê yekê jî aşkere kir ku, barhilgireke ne leşkerî derbasî devera armanckirî bû,lewra wan ew barhilgir kirin armanca xwe, kesên ku tê de hatine kuştin dibe ku sivîl bin û niha lêkolîn li ser vê bûyerê tê kirin.