Yildirim:Operasyona me li Sûriyê dê berdewam be
K24-Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim ragehand ku, operasyona wan li dijî terorê li Sûriyê dê berdewam be.
Derbarê operasyona Cerablûsê Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim di daxuyaniyekê de ragehand ku, heta gefên rêxistinên terorê yên li ser Tirkiyê hebe dê operasyona wan berdewam be.
Yildirim da zanîn ku, Arteşa Azad a Sûriyê bi piştevaniya Tirkiyê li dijî DAÎŞê şer dike û wê Sûriyê ji wê rêxistinê paqij dike.
Berî du rojan Artêşa Tirkiyê ligel çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê derbasî bajarokê Cerablusê bûn û ji destê DAIŞê kontirolkirin.