Opozîsyona Sûriyê 5 gundan ji destê HSD kontirol dike

Şerûpevçûn di navbera her du aliyan de berdewam e.

K24-Navenda Nûçeyan

Artêşa Azad a Sûriyê ragehand ku, li bakurê bajarê Cerablusê çend gund ji destê Hêzên Sûriyê yên Demokratîk(HSD) kontirolkirine.

Derbarê vê yekê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di daxuyaniyekê de ragehand ku, Hêzên Opozîsyona Sûriyê li bakurê Sûriyê karî her yek ji gundên Tel El-Emarine, Dabis, Cib Kûsa, El-Xirbe û El-Hecac piştî şereke giran ji bin destê HAD kontirol bike.

Ji aliyeke din ve li bakurê Cerablusê jî opozîsyona Sûriyê gundê Balwîran ji çekdarên DAIŞê kontirolkir.

Li HSD firokeyên Artêşa Tirkiyê bingeh û navendên HSD li Cerablus û gundên wê bombebaran dike, di encam de li gor Rewangehê 20 welatiyên sivîl hatin kuştin û bi dehan birîndar bûne.

Di 24ê vê mehê de, Artêşa Tirkiyê ligel çekdarên opozîsyona Sûriyê operasyona şerê Cerablursê dest pê kirin, di encam de ew bajar ji bin destê DAIŞê hate kontirolkirin û berê xwe dide naçeyên di bin destê HSD de.