Şêwermendekî Îranê li Sûriyê hate kuştin

Heta niha 400 çekdar û şêwermendên Îranê li Sûriyê hatine kuştin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Şêwermendekî Pasdarên Îranê bi navê Mistefa Reşîdbor li Taxa Seyde Zêneb li Şamê paytexta Sûriyê di dema ku, bi erkeke xwe yê taybet dikir hate kuştin.

Derbarê kuştina şêwirmendê Îranî Mistefa Reşîdbor ajansa Faris a nûçeyan li Îranê ragehand ku, ew şêwermendê Îranî li taxa Seyde Zêneb hate kuştin û da zanîn ku, di demal li gel Artêşa Sûriyê bi erkekî xwe yê taybet radibû birîndar bû, piştre jî canê xwe ji dest da.

Li gor amarên Îranê ji dest pêka kirîza Sûriyê û heta niha 400 çekdar û şêwermendên Îranî li wî welatî hatine kuştin.