Li Kerkûkê agir bi kampa penaberan ket
K24-Navenda Nûçeyan
Li gor peyamnêrê K24ê li nahiya Lêlan ku, dikeve başur rojhelatê bajarê Kerkûkê agir bi 8 konên penaberan li kampekî ket, di encam de du kes şewitîn.Da zanîn ku, tîmên hawarhatinê û agir vemrandinê ber agir kontirolkirin.
Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê Penaberên wê kampê Tirkumen in, ji navçeya Teleferê ne û dema dagîrkirina DAIŞê ji wê navçeyê reviyabûn.
Li gor amarên Wezareta Koçûkoçberan li Parêzgeha Kerkûkê 500 hezar penaber hene, ew penaber ji bajarên cuda yên Iraqê hatine û li nav kampan de li derdora bajêr dijîn.