Termên 3 şervanên YPG yên Amerîkî gihêştin Başûrê Kurdistanê
K24 – Navenda Nûçeyan
Termên 3 şervanên Amerîkî ku li Rojavayê Kurdistanê di nava rêzên YPGê de canên xwe jidest dabûn, gihêştin Başûrê Kurdistanê.
Termê 3 şervanên Amerîkî yên di nava rêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de şerê DAIŞê dikirin, duh di deriyê sînorî Sêmalka re derbasî Başûrê Kurdistanê bûn.
Li gor zanyariyan, ku ew her 3 şervanên Amerîkî di operesyona Şehîd Feysel Ebû Leyla ya rizgarkirina bajarê Minbicê de canên xwe jidest dabûn.
Herwiha biryar e, her 3 şervanên Amerîkî di riya firokxaneya Silêmaniyê vegerin welatê xwe.
Li gor hatiye ragihand ku,nasnameyên wan şervanan wiha ne, Ciwan Firat (Jordan Andrew), Amed Kobanê (Well Savaj) û Agir Şervan (Livi Jonasin Shirli) ne.