Li Êlihê xwenîşandan hatin qedexe kirin

Li bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdistanê xwenîşandan hatin qedexe kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdistanê xwenîşandan hatin qedexe kirin.

Parêzgeriya Êlihê bi daxuyaniyeka niviskî ragihand ku, li bajêr ji 31ê Tebaxê heta 2ê Îlonê çalakî, meş, xwenişandan, civînên çapemeniyê û mitîng hatine qedexe kirin. 

Parêzgerî diyar kir ku, biryara qedexeyê ji ber pêvajoya hestiyar a Tirkiyê ya demên dawî hatiye girtin. Lewra di demên dawî de teqîn rû dan û gelek kes canê xwe ji dest dan.

Di çarçoveya bergiriyên ewlekariyê de ji bo parastina canê welatiyan biryara qedexeyê hatiye girtin.