Komîteya îşkenceya navnetewî bo Ocelan şandekê dişîne Tirkiyê

Tê çaverêkirin ku, şande li ser rewşa girtiyan û der barê girtîgehan de raporekê amade bike.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/f57cd39a-a1f6-46fb-8a36-bb540d64dbeb/MetirsiyenHiquqnasan.ism/manifest

K24-Navenda Nûçeyan

Demeke dirêje siyasetmedarên HDPyî û komek parêzer piştî kûtedayê ya li Tirkiyê ji rewşa rêberê PKK Abdullah Ocalanê ku li girtîgeha Îmraliyê dimîne metirsîdar bûn. Komîteya Astengkirina Şkenceyan a Ewropayê li ser metirsiyên jiyana Ocalan şandeyekê şand Tirkiyê. Şande seranserê du rojan hem li girtîgeha Îmraliyê hem jî li ser rewşa girtiyan dê lêkolînan bike.

Li Tirkiyê, piştî kûtedaya 15'ê Tîrmehê ji zêdetirî 20 hezar kes hatin girtin û 250 kes hatin kuştin. Dîmenên derbekaran ku li çapemeniyê hatin belavkirin, bû sedema rexneyên rêxistinên mafên mirovan. Piştî kûtedayê hat ragihandin ku şkence li derbekeran hatine kirin û ji rewşa rêberê PKK Abdullah Ocalan tê qisawetkirin.

Li ser vê yekê Komîteya Astengkirina Şkenceyê ya Ewropayê ku girêdayî konseya Ewropayê ye û Tirkiye jî endama wê ye şandeyek şand Tirkiyê da ku rewşa girtiyan û şertên girtîgehan di cih de bibîbnin. Şande seranserê du rojan li Îmraliyê ligel Abdullah Ocalan û digel girtiyên din ku di çarçoveya lêpirsîna kûtedayê de hatin girtin dê hevdîtin bike.

Dema hatina şandeyê li Stenbolê komeke parêzer li hev civiyan û bang li rayedaran kirin da ku Ocalan û parêzerên wî hev du bibînin.

Parêzer Emran Emekçî wiha got:"Ji Tîrmeha 2011'an vir de nahêlin ku Ocalan ligel parêzerên xwe werin cem hev. Jİ Cotmeha 2014'an vir de jî malbata wî jî nikare Ocalan bibîne. Di Nîsana 2015'an de komeke HDPyiyan pê re hevdîtin kiribûn. Ji wê çaxê heta îro nahêlin ku bi wî re hevdîtineke bê kirin. Em ji jiyana wî metirsîdar in."

Parêzerên Ocalan amaje kirin ku bi taybetî piştî kûtedayê metirsiyên wan li ser jiyana Ocalan zêde bûye.

Parêzerê Abdullah Ocalan Sînan Zîncîr wiha axifî:

"Li gor hinek nûçeyan derbekaran piştî kûtedayê plana kuştina Ocalan kirine. Ji ber vê metirsiyên me jî zêde bû. Ji wê rojê heta niha me 55 caran serî li wezareta dadê da ku em Ocalan bibînin lê serîlêdanên me hatin redkirin. Ji ber vê em hevdîtina şandeya komîteya ku ji Ewropayê tê girîng dibînin."

Şandeya Komîteya Astengkirina Şkenceyê ya Ewropayê piştî ku lêkolînên xwe xilas kirin, dê biçin Strasbourgê. Tê çaverêkirin ku, şande li ser rewşa girtiyan û der barê girtîgehan de raporekê amade bike.