Rûsya red dike ku rêjîmê Sûriyê çekê kîmawî bikar anîbe

Piştî raporteke NY rêjîma Sûriyê bi karanîna çekê kîmawî tuhmetbar kir, Brîtanya û Fransa ji Encûmena Asayişa Navdewletî xwastin ku cezayê li Sûriyê bisepînin, lê Rûsya vê yek red dike û dibêje, ti delîl tune ne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Herdu balyozên Brîtanya û Fransayê yên di NY de ragihandin ku, bikaranîna rêjîma Sûriyê gaza klorê li dijî sivîlan “Tawana şer” e û ji Encûmena Asayişa Navdewletî xwastin ku, divê ceza li rêjîma Sûriyê bê spandin.

Lê balyozê Rûsyayê di NY Vîtalî Çorkîn, ev tuhmet red kirin û got Rûsya nikar e bi encamên lêkolînê qebûl bike û ti delîl li ser bikaranîna rêjîmê Sûriyê ji gaza Klorê re tune ne.

Çorkîn got: “Lêkolîneran çekê tawanê dîtin, lê ne diyar e kê ev çek bikar aniye.”

Lêkolîneke hevbeş ya NY û Rêxistina Navdewletî ya Qedexekirina Çekên Kîmawî aşkere kiribû, hêzên rêjîma Sûriyê du êrîşên bi gaza Klorê kirine.

Li gor lêkolîna hevbeş, ku helîkopterên rêjîma Sûriyê di 21 Nîsana 2014an de bajarokê Til Nimis û di 16 Adara 2015an de bajaroka Sermîn yên li parêzgeha Idlibê bombebaran kirine.