Bo Roja Aştî ya Cîhanî li Diyarbekirê daxuyaniyek tê belav kirin

Li Diyarbekirê li ser pêşveçûnên dawî dê li ber avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) daxuyaniyeke girîng were dayîn.

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê li ser pêşveçûnên dawî dê li ber avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) daxuyaniyeke girîng were dayîn.

Daxuyaniya ku dê ji aliyê Sirri Sureyya Onder ve were dayîn, dibe ku peyamên girîng were dayîn.

Beriya 1'ê Îlonê Roja Aştî ya Cîhanî li Diyarbekirê civîn û daxuyaniyeke girîng tê lidarxistin. Hate zanîn ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Jinên Azad (KJA) û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi hemû endamên xwe dê demjimêr 17.00 li ber avahiya Kongeray Civaka Demokratîk daxuyaniyekê belav bikin.

Di daxuyaniyê de, dê hemû parlementerên HDPê û Hevşaredarên DBPê jî amade bin.

Li gorî agahiyên ku hatine belavkirin, dê daxuyanî ji aliyê Berdevkê Şande ya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder ve were xwendin û naveroka daxuyaniyê jî heta niha nehatiye belavkirin û ji ber vê yekê jî ji aliyê raya giştî bi mereqeke mezin tê şopandin.