cêgir ê serok ê Emerîkayê bi telfonê ve peywendî bi Mesûd Brazanî kir

Evro Co Baydin, cêgir ê serok ê Emerîkayê bi rê ya telfonê ve peywendî bi Mesûd Brazanî, serok ê Herêm a Kurdistanê kir.

K24- Hewlêr

Evro Co Baydin, cêgir ê serok ê Emerîkayê bi rê ya telfonê ve peywendî bi Mesûd Brazanî, serok ê Herêm a Kurdistanê kir.

Di wê pywendî ya telfonî de cêgir ê serok ê Emerîkayê xoşhalî ya xwe nîşan da bi serkevtin ên vê dawîyê yên hêz a Pêşmege yê Kurdistanê li mihwer  a Xazir û styîş a rol  û qehermanî ya Pêşmerge kir û serxweşî xwe jî ragehand bo serok Barzanî û kesûkar ên wan Pêşmerge yên li şerr ê dijî tîrorê can ê xwe ji dest dane. Herweha silav ên serok Obama jî gihand serok Barzanî û xweşhalî ya xwe jî derbirrî bo encamdan kombûn ên di navber a şand a hikumet a Herêm a Kurdistanê û hikuemt a Bexdayê.

Di pişkek a dî wê peywendî ya telefonî de cêgir ê serok ê Emerîkayê hêvî xwazt ku serok Brazanî bi hikmet a xwe çareser ê wan arîşe yan bike ku di pirose ya sîyasî ya herêmê de heye.

Şerr ê tîroristan û amadekarî bo operasyûn a azadkirin a Mûsilê tewerek a dî wê peywendî ya telefonî bû û herdû alîyan xweşhalî ya xwe derbirrîn ku pilan gelek bi başî birêve diçe û tekez kirin li ser hevahengî ya di naveber a hêz a Pêşmerge yê Kurdistanê û supa yê Emerîkayê û hêz ên Îraqî.