Partî û rêxistinên Bakur mangirtineke vekirî radigihînin

Bi mebesta hevdîtinekê ligel Rêberê PKKê Abdulah Ocalan bikin, ku 500 roj in ti agahî li ser nînin, partî û rêxistinên Kurdî li Bakurê Kurdistanê dest bi mangirtineke vekirî bo 50 rojî kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi mebesta hevdîtinekê ligel Rêberê PKKê Abdulah Ocalan bikin, ku 500 roj in ti agahî li ser nînin, partî û rêxistinên Kurdî li Bakurê Kurdistanê dest bi mangirtineke vekirî bo 50 rojî kirin.

Her yek ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (BDP) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) di konferanseke rojnamegerî de li Diyarbekirê, mangirtineke vekirî bo 50 rojî ragihandin.

Beşdarên civînê ragihandin ku, heta dema hevdîtinekê ligel Ocalan tê kirin û ji rewşa wî ya tenduristî agahdar dibin, dê mangirtin berdewam bibe.

Herwiha beşdarên civînê amaje kirin, bi derbasbûna 45 rojan bi ser hewla kudetaya leşkerî ya 15 Tîrmehê re, ku plana kudetekaran ya desteserkirina Ocalan hebûm lê ji wê demê de ti zanyarî li ser rewşa wî ya tenduristî tune ne.