Mislim: Ne ji HSDê be DAIŞ dê bigihe Ewropayê

Hevserokê PYDê li Parlementoya Ewropî de gotarek pêşkêş kir û got ku, ne ji HSDê ba, dê DAIŞ bi hêsanî xwe bigihanda Ewropayê û karên teroristî encam bidana.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê PYDê li Parlementoya Ewropî de gotarek pêşkêş kir û got ku, ne ji HSDê ba, dê DAIŞ bi hêsanî xwe bigihanda Ewropayê û karên teroristî encam bidana.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratî (PYD) Salih Mislim gotarek li Brûkeselê di Parlementoya Ewrpayê de pêşkêş kir û derbarê Operesyona artêşa Tirkiyê li Cerablusê de got: “Tirkiyê bi bihaneya DAIŞê hatiye nava xaka Sûriyê, lê mebesta wê têkbirina sîstema demokrasiyê ya ku me damezrandiye ye.”

Mislim got : “Piştî operesyona artêşa Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê, Kantonên Rojavayê Kurdistanê rûbirûyî rewşeke aborî ya xirab hatine, ku hejmarek mezin ji penaberên Ereb bi ser me de hatin, em jî nikarin hevkariya mirovî bi wan re bikin.”

Mislim got: “Ji ber dorpêça Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê, rêxistinên mirovî nikarin alîkariyan bigihînin koçberan. Şikandina dorpêça aborî li ser Rojavayê Kurdistanê tenê bi riyekê dibe, ku civaka navdewletî fişarê bixe li ser Tirkiye, da ku rêxistinên mirovî bikarin alîkariyan bigIhînin wan navçeyan.”

Mislim got: “Hêzên me karîne navçeyên xwe biparêzin. HSDê ku ji hemû pêkateyên Kurd, Ereb, Tirkmen û Xiristiyanî pêkhatiye, ti aliyekî din hevkariyeke leşkerî bi me re nekiriye, tenê di warê mirovî de hin rêxistinan alîkariye me kirine.”

Mislim got: “Welatên Ewropî û civaka navdewletî baş alîkariya me nekirine, heger em nikaribin xwe biparêzin, eger e grûpên tundrew bigihin Ewropayê. Tenê di şerê Minbicê de 5 hezar çekarên DAIŞê hatin kuştin, ku piraniya wan jî Ewropî bûne, xwe perwerde dikirin û bi niyaz bûn xwe bigihînin Ewropayê û karên teroristî bikin.”

Mislim daxwaz ji Parlementoya Ewropî û civaka navdewletî kir ku, dest bi kampînekê bikin, bo alîkariya wan bikin.