Almanya: Divê rêjîma Sûriyê bê cezakirin

Almanya ji Netewên Yekgirtî daxwaz dike ku, cezayê li ser Sûriyê bisepîne, ji ber rêjîma Sûriyê gaza Klorê ya qedexe li dijî sivîlan bikar aniye. Rûsya jî gefa bikaranîna Vîtoyê dixwe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Almanya ji Netewên Yekgirtî daxwaz dike ku, cezayê li ser Sûriyê bisepîne, ji ber rêjîma Sûriyê gaza Klorê ya qedexe li dijî sivîlan bikar aniye. Rûsya jî gefa bikaranîna Vîtoyê dixwe.

Hevrêzê karûbarên Rûsya di hikûmeta Almanyayê de Gernot Erler di hevdîtinekê ligel rojnameyeke Alamî de ragihand, tevî gefên Rûsyayê bi karanîna Vîtoyê, lê divê YN cezayên li rêjîma Sûriyê bisepîne, ji ber ku rêjîmê du êrîşê bi gaza Klorê li dijî sivîlan bikar aniye.

Erler amaje bi wê yekê kir û got: “Rûsya dixwaze xwe diyar bike ku hevalê rêjîmeke tawanbar e, lê ne xema wê ku kesên peymanan binpê dikin bêne cezakirin.”

Lêkolîneke hevbeş ya NY û Rêxistina Navdewletî ya Qedexekirina Çekên Kîmawî aşkere kiribû, ku helîkopterên rêjîma Sûriyê di 21 Nîsana 2014an de bajarokê Til Nimis û di 16 Adara 2015an de bajaroka Sermîn yên li parêzgeha Idlibê bombebaran kirine.     

Lê balyozê Rûsyayê di NY Vîtalî Çorkîn, ev tuhmet red kirin û got Rûsya nikare bi encamên lêkolînê qebûl bike û ti delîl li ser bikaranîna rêjîmê Sûriyê ji gaza Klorê re tune ne.