Fuat Ugur: Dem dema serxwebûna Kurdistanê ye

Li Tirkiyê di demên dawî de li ser serxwebûna Kurdistanê gelek nîqaş tên kirin. Herî dawî rojnameger Fuat Ugur ku nêzîkî hikumeta Tirkiye ye, bi awayekê zelal bangî berpirsên hikumeta Tirkiyê kir û wiha got: Dem dema serxwebûna Kurdistanê ye, bila Tirkiye jî wek fermî serxwebûna Kurdistanê binase.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/d5221c59-97d3-4883-a0c4-fbf7500b3cfa/ErekirinaSerxwebunaKurdistane.ism/manifest

K24 – Stanbol

Li Tirkiyê di demên dawî de li ser serxwebûna Kurdistanê gelek nîqaş tên kirin. Herî dawî rojnameger Fuat Ugur ku nêzîkî hikumeta Tirkiye ye, bi awayekê zelal bangî berpirsên hikumeta Tirkiyê kir û wiha got: Dem dema serxwebûna Kurdistanê ye, bila Tirkiye jî wek fermî serxwebûna Kurdistanê binase.

Li Tirkiyê heta beriya 15 salan li ser Kurd û Kurdistanê her tişt qedexe bû, lê niha der barê serxwebûna Kurdistanê de nîqaşên berfireh tên kirin. Di heyama hikûmetên Ak Partiyê de ligel pêşketina têkirliyên Tirkiye û Kurdistan pisporan mijara serxwebûna Kurdistanê her tim di nav xwe de diaxivin. Nivîskar Fuat Ugur ku di gotara xwe ya rojnameya Tirkiye de ku nêzîkî hikumetê ye, bo serxwebûna Kurdistanê bangî rayedarên Tirkiye dike û wiha dibêje: Bila Tirkiye serxwebûna Kurdistanê binase.

Ugur ji K24ê re axivî û got: “Tirkiye guherî, êdî weke berê nîn e. Meseleyên ku di demên berê de qalkirina wê qedexe bûn niha tê axaftin. Weke ku her rojnamger behsa vî tiştî dike min jî bi awayekê zelal ev gotar nivisî. Li gor hinek kesan dibe ku ev dînitî ye.

Ugur amaje kir, rêvebirên dewletê  bi dizîka serxwebûna Kurdistanê nîqaş dikin, lê bi awayekê zelal ti kes fîkrekî aşkere nake. Bila dev ji gotinên klasîk wek "hevgirtina xaka Iraqê" berdin.

Herwiha Ugur got jî: “Dema birêz Barzanî hatibû Enqereyê, jê re wiha gotin: "Em wek Tirkiye dixwazin Kurdistan serbixwe bibe, lê niha ne dema wê ye. Êdî dem dema serxwebûna Kurdistanê ye. Erdogan gelek qedexeyan ji holê rakir, li Diyarbekirê ligel Barzanî û Şivan Perwer hatibûn ba hev. Erdogan beriya salekê gotibû Meseleya serxwebûn karê navxweyî yê Iraqê ye, bi vê gotinê gavekê avêtibû. Divê niha zêdetir gav bên avêtin. Pêwîst e niha bêjin ku, em piştevaniya serxwebûna Kurdistanê dikin û em ji bo vê dibêjin erê.”

Ugur da zanîn ku hinek hêzên kurewî Tirkiye wek neyarê Kurdan nîşan didin, lê Tirkiye bi piştevaniya serxwebûna Kurdistanê dikare bersiva wan jî bide û got: “Birêz Barzanî têkiliyên xwe yên digel Tirkiyê her tim pêş dixe. Tirkiye jî giringiyê dide birêz Barzanî. Tirkiye bi ragihandina piştevaniya bo serxwebûnê hem dê bêhtir bibe wesîleya xurtbûna Barzanî hem jî bangeşeya hêzên kurewî dê têk bibe.

Di destpêka nivîsa xwe de Ugur wiha nivisîbû: Hinek kes ji ber vê nivîsê dê aciz bibin. Lê Ugur da zanîn ku piştî xwendina nivîsê ji her aliyan piştgirî jê re dane.

Ugur herî dawî amaje kir, piştî peyamên piştgiriyê, di rojeva Tirkiyê de zêdetir mijara serxwebûna Kurdistanê ewê bide axaftin.