Obama: Derbarê Sûriyê de nakokî bi Rûsyayê re hene

Serokê Amerîk Barak Obama ragihand, danûstandinên ligel Rûsyayê dê riyek be bo gihêştina rêkeftinekê derbarê Sûriyê de, lê hîn nakokî di navbera Washington û Moskoyê de hene.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Amerîk Barak Obama ragihand, danûstandinên ligel Rûsyayê dê riyek be bo gihêştina rêkeftinekê derbarê Sûriyê de, lê hîn nakokî di navbera Washington û Moskoyê de hene.

Li Çînê di çarçoveya lûtkeya G20ê de, Obama di konferanseke rojnamegerî de ragihand, Amerîka hewl dide asta şer û tundûtûjiyê li Sûriyê kêm bike, da ku karibin alîkariyên mirovî bigihînin wî welatî.

Obama amaje bi wê yekê kir ku, kombûna ewqas hêz li ser xaka Sûriyê, rewşê aloztir dike, lê bêyî lihevkirin bi Rûsyayê re dê dijwar be ku derbasî qonaxeke din bibin.

Ji aliyê xwe ve, berpirsekî ji Wezareta Derve yê Amerîkayê ragihand, rêkeftinek ligel Rûsyayê derbarê Sûriyê de di rojevê de ye, lê hin dosye hene divê bêne çareserkirin.

Herwiha wî berpirsî Wezareta Derva ya Amerîkayê got jî, eger e îro rêkeftinek bê ragihandin.