Hin partiyên Bakur dikevin gireva birçîbûnê

50 parlementer, berpirs û siyasetmedar û alîgirên HDP, DBP û KCDê li Diyarbekirê ketin gireva birçîbûnê, heta agahdarbûna li rewşa Rêberê PKKê Abdulah Ocalan jî dê berdewam bike.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

50 parlementer, berpirs û siyasetmedar û alîgirên HDP, DBP û KCDê li Diyarbekirê ketin gireva birçîbûnê, heta agahdarbûna li rewşa Rêberê PKKê Abdulah Ocalan jî dê berdewam bike.

Hevseroka KCDê Sebahat Tuncel li Diyarbekirê di konferanseke rojnamegerî de ragihand ku, armanca wan ji vê gireva birçîbûnê, dilniyabûna li rewşa Ocalan e, herwiha girev jî nayê şikandin, heta berpirsên Tirkiyê rê didin ku hevdîtinek ligel Ocalan çê bibe.

Piştî şekestina hewla kudetaya leşkerî ya 15 Tîrmehê, ti agahiyek derbarê rewşa Ocalan nehatiye zanîn, ku hate gotin kudetakaran hewla revandin yan kuştina Ocalan kiribûn.

Tevî ku duh Wezîrê Dadê ragihandibû ku ti pirsgirêkeke ewlekarî û tendirustiya Ocalan tune ne, lê berpirsên HDPê dibêjin ku metirsî li ser rewşa Ocalan ya tendurist heye.