Erdogan: Ligel Rûsyayê rêkeftin bo Helebê heye

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ragihand ku, Tirkiyê dixwaze rêkeftinekê derbarê gihêştina agirbestekê li Helebê bi Rûsya re, berî cejna Qurbanê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ragihand ku, Tirkiyê dixwaze rêkeftinekê derbarê gihêştina agirbestekê li Helebê bi Rûsya re, berî cejna Qurbanê.

Erdogan derbarê operesyonên leşkerî li bakurê Sûriyê de ragihand, ew ti gavan di nava xaka Sûriyê de navêjin û devera aram di navbera Sûriye û Tirkiyê de, armanc jê parastina sivîlan û kesên ji ber rewşa şer direvin, e.

Ji aliyê xwe ve, Serokê Rûsyayê Vldimir Putin di dawiya lûtkeya G20 li Çînê ragihand ku, rêkeftineke Tirkî û Rûsî derbarê rewşa Sûriyê de dê were kirin, ji bo bigihin çareseriyekê.