UNISEF: 50 milyon zarok di metirsiyê de ne

Rêxistina YN ya bi navê UNISEF dibêje, ji ber rewşa şer û tundûtûjiyê, li seranserî cîhanê nêzîkî 50 milyon zarok bi neçarî ji malên xwe derbider bûne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêxistina YN ya bi navê UNISEF dibêje, ji ber rewşa şer û tundûtûjiyê, li seranserî cîhanê nêzîkî 50 milyon zarok bi neçarî ji malên xwe derbider bûne.

Rêveberê Cibicîkar yê NUISEFê Anthony Lîk bi daxuyaniyekê ragihand û got: “Wêneyên zarokan, laşê biçûk yê Alanê Kurdî yê ku li beravê deryê xeniqî, rûyê Umran Deqnîş yê yê bixwîn di ambulance de matmayî rûniştî, ji bîra cîhanê narin.”

Lîk got: “Her wêneyeke zarokekî yan keçekê, nîşan dide ku bi milyonan zarok di metirsiyê de ne, ev yek jî karekî cidî ji me dixwaze.”

Li gor raoprtên UNISEFê, 28 milyon zarok ji ber rewşa şer û tundûtûjiyê bi neçarî ji malên xwe derbider bûne, herwiha pêdiviya wan jî bi alîkariyên mirovî yên sereke hene.

Herwiha li gor UNISEFê, heta dawiya sala 2015an 31 milyon zarok bûn penaber, 17 milyon zarokên din jî di welatên xwe de derbider bûne.