Barzanî ligel Wezîrê Bergîriyê yê Fransayê dicive
K24 – Navenda Nûçeyan
K24 – Navenda Nûçeyan
Biryar e îro danê êvarê Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî ligel Wezîrê Bergîriyê yê Fransayê Jean Yves Lordian bicive û li ser çend pirs û babetan, ku ji nava wan şerê li dijî DAIŞê û alîkariyên Fransa bo hêza Pêşmerge gotûbêj bikin.
Herwiha biryar e jî sibe Barzanî bo gotûbêjkirina pirsa referandûm û serxwebûna Kurdisytanê û şerê li dijî DAIŞê, destpêkirina operesyona rizgarkirina Mûsilê û çend pirsên din ligel Serokê Fransayê Françios Holand bicive.
Ferensa yek ji wan welatan e, ku ji destpêka şerê li dijî DAIŞê ve alîkariyên leşkerî ji hêzên Pêşmerge re dIşîne û hin şêwirmendên wê yên leşkerî jî li Herêma Kurdistanê hene.