“Heger ji Ocalan agahî neyê wergirtin wê rewş girantir bibe”

Li Milazgira Mûşê di çerçoveya çalakiyên roja aştiyê de Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê KCDê Hatîp Dîcle û parlamenterên HDP yên Mûşê Burcu Çelîk û Ahmet Yildirim beşdarî tê de kirin. Ji aliyê welatiyan vebo siyasetmedarên Kurd eleqeyeke mezin hate nîşandayîn.
kurdistan24.net

 

K24 – Mûş

Li Milazgira Mûşê di çerçoveya çalakiyên roja aştiyê de Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê KCDê Hatîp Dîcle û parlamenterên HDP yên Mûşê Burcu Çelîk û Ahmet Yildirim beşdarî tê de kirin. Ji aliyê welatiyan vebo siyasetmedarên Kurd eleqeyeke mezin hate nîşandayîn.

Di xwepêşandanê de Demîrtaş axivî û got; ev hezar sal in ti kesî hebûna Kurdan înkar nekiriye, lê belê di van sedsalên dawîn de, hebûna Kurdan tê înkarkirin. Di serdema şer de çaverêkirina çareseriyê neçarî ye, lewma bikaranîna şêwaza cudageriyê ya di nava van êşên ku tên jiyandin de jî, tê wateya durketina ji mirovahiyê.

Demîrtaş di berdewama daxuyaniya xwe de balkişande ser rewşa Abdullah Ocalan, grevên berçîbûnê yên li Diyarbekirê û piştî ku xwesteka aştiyê dubare kir, da zanîn ku hikumet ne ji bo zordariyê, ji bo çareseriya kêşeyan heye.

Herwiha Demîrtaş got: "Me li Diyarbekirê grêva berçîbûnê da destpêkirin. Heger em ji Îmraliyê agahiyekê wernegirin, wê rageşî girantir bibe. Hewla me ji bo wergirtina agahiyê ye. Daxwaza me ew e ku em pê bizanibin, ka gelo ji bo aştî û çareseriyê û bêdengkirina çekan Îxtîmalek heye an na?"

Di mitîngê de hate amajê kirin ku, bi biryarnameyên ku tên derxistin gelek kes ji karên xwe hatine durxistîn û hêj tê gotin ku li Diyarbekirê dê 14 hezar kesên ku bi terorê re giredayîne jî ji karên xwe bên dûrxistin.

Rêveberê HDP ye Milazgirê Refîk Çar jî got: "Armanca me ewe ku, hemû gelê bindest wekhev bijîn. Wekhev hebin. Di aştî yê de jiyaneke hevpar de xwe bibînin, gelê Milazgirê jî ev tişt nişan kir.”

Herwiha di dawiya mîtingê de li ser daxuyaniyên Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim jî hatê rawestandin û hate gotin; dema li deverekê aramî tunne be, wateya daxuyaniyên vebêrhenan jî tune ye.